Ji bo Zindana Hejmar 5 a Diyarbekirê daxwaza muzeyê: Bila sûc neyên dubarekirin

Ji bo Zindana Hejmar 5 a Diyarbekirê daxwaza muzeyê: Bila sûc neyên dubarekirin

PeyamaKurd – Grûba Înîsiyatîfa Muzeya Bîranînê ya Zindana Hejmar 5 a Diyarbekirê, di salvegera 42yemîn a berxwedana 5ê Îlona 1983yan de, li ber avahiya zindana kevin civîneke çapemeniyê li dar xist û daxwaza xwe ya ji bo veguherandina zindanê bo "muzexaneya bîranînê" dubare kir. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku divê qurbanî û şahidên wê serdemê di pêvajoya sêwirandina muzeyê de bibin aliyekî sereke.

Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay ve bi Kurdî û ji aliyê siyasetmedar Paşa Akdoğan ve bi Tirkî hat xwendin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan piştgirî da çalakiyê.

"Em hem şahid bûn, hemî jî aliyê têkoşînê bûn"

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Zindana Hejmar 5, piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê, ji bo gelê Kurd veguherîbû "qada şer a di navbera hebûn û tunebûnê de" û ji aliyê cuntaya faşîst ve wekî "laboratuwarek" hatibû bikaranîn.

Înîsiyatîfê bal kişand ser wê yekê ku birîna zindanê di bîra sed hezaran kesan de hê jî zindî ye û got, "Êş, birîn û trawmayên wan rojan di jiyana me, civak û malbatên me de şikestinên cidî çêkirin. Em aliyek in ku ji beşên civakê yên neheqî dîtine, îşkence dîtine û bedel dane pêk tên. Ji ber vê yekê, divê em di biryarên derbarê pêşeroja zindanê de bibin xwedî gotin."

Daxwazên ji bo muzeyê

Koma Înîsiyatîfê daxwazên xwe yên ji bo muzeyê weha rêz kir:

  • Sêwirandina rastîn: Divê muzexane şert û mercên hovane yên salên 1981-1984an, teknîkên îşkenceyê, nivîsên nijadperest ên li ser dîwaran û atmosfera giştî ya zextê bi awayekî rastîn nîşan bide.
  • Berpirsiyariya dewletê: Dewlet divê lêborînê bixwaze, zirara qurbaniyan telafî bike û arşîvên wê serdemê ji raya giştî re veke.
  • Mînaka ''Emna sor" Zindana "Emna Sor'" a li Silêmaniyê wekî modelek serkeftî ji bo vê projeyê hat pêşniyarkirin.
  • Beşdarbûna qurbaniyan: Hat tekezkirin ku divê proje bi beşdariya rasterast a girtiyên wê demê û malbatên wan were birêvebirin.

Banga ji bo piştgiriyê

Înîsiyatîfê ragihand ku wan di Cotmeha 2024an de raporek berfireh pêşkêşî Wezareta Çandê kiriye, lê heta niha tu bersivek erênî wernegirtine.

Di dawiya daxuyaniyê de, şehîdên berxwedana zindanê yên wekî Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Necmettîn Büyükkaya û hevalên wan hatin bibîranîn. Herweha bang li hemû parêzvanên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk hat kirin ku piştgiriyê bidin vê daxwaza dîrokî da ku "sûcên li dijî mirovahiyê careke din dubare nebin."

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.