Ji DEM Partiyê berteka nehiştina axaftina Kurdî û daxwaza guhdarîkirina Ocalan

PeyamaKurd- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, îro 21ê Tebaxê li navenda partiyê civîneke rojnamevanî li dar xist û bersiva pirsên rojevê da û nêrîna partiya xwe parve kir.
Ayşegul Dogan, nerazîbûneke tund nîşanî astengkirina axaftina bi Kurdî ya di komîsyona meclîsê de nîşan da ku doh du Dayikên Aştiyê hatibûn guhdarîkirin, lê Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş nehiştibû bi Kurdî biaxivin.
Dogan bal kişand ser civîna dawî ya komîsyonê û da zanîn, Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş nehiştiye Dayika Aştiyê Nezahat Teke bi Kurdî biaxive û got, "Endamên me yên di komîsyonê de pêşniyar kirin ku ew dikarin wergerê bikin, lê nehat qebûlkirin. Ev helwest nayê qebûlkirin."
Dogan hestên Nezahat Teke yên di komîsyonê de wiha anî ziman: "Nezahat Tekeyê got; ‘Em di sedsala 21emîn de ne, lê hêj ez nikarim xwe bi Kurdî bînim ziman. Bi rastî jî ez êşiyam û dilê min şikest.’ Vaye yek ji mijarên sereke yên ku divê bên çareserkirin ev e."
Berdevka DEM Partiyê ragihand ku ew ê di 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê de, bi dirûşma "Deng bide aştiyê" li seranserê welêt çalakiyan li dar bixin. Dogan got, "Em ê bi derdorên cuda yên civakî re bicivin û kampanyayeke nû ya bi navê ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku...’ bidin destpêkirin."
Herwiha Ayşegul Dogan bi awayekî eşkere bal kişand ser rola Abdullah Ocalan di pêvajoya çareseriyê de û got: "Birêz Ocalan, kir ku ev pêvajo bilez bibe. Ji bo bidawîkirina pevçûnan û gihiştina aştiyeke mayînde, divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike. Em behsa çareseriya pirsgirêkeke 100 salan dikin û ji bo vê pêwîstî bi gavên wêrek heye. Divê ev ne tenê daxwaza DEM Partiyê be."
Ev nivîs 140 car hatiye xwendin.




