Konferansa Navneteweyî li ser Jenosîda Êzîdiyan tê lidarxistin

Konferansa Navneteweyî li ser Jenosîda Êzîdiyan tê lidarxistin

PeyamaKurd – Duyemîn konferansa zanistî ya navneteweyî li ser civaka Êzîdiyan tê lidarxistin.

Îro, Duşemê 25ê Nîsanê, konferansek zanistî ya navneteweyî li ser ol, çand, dîrok û erdnîgariya Êzîdiyan tê lidarxistin.

Lêkolînerên ji gelek welatan wê beşdarî duyemîn konferansa zanistî ya navneteweyî ya li ser Êzîdiyan bibin û tê payîn ku bi dehan gotar werin pêşkêşkirin.

Yekem Konferansa Zanistî ya Navneteweyî ya Êzîdiyan di 24ê Nîsanê de hat lidarxistin.

Yekem konferansa zanistî ya navneteweyî ya li ser civaka Êzîdiyan di bin çavdêriya Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat lidarxistin.

Konferansa yekem, ku bi hevkariya Navenda Çandî û Civakî ya Laleşê û Zanîngeha Duhokê hat organîzekirin, du rojan ji 29-30ê Nîsanê, 2025an, li Navenda Konferansê ya Zanîngeha Duhokê dom kir.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.