Konsulê Îranê: Herêma Kurdistanê helwêsteke zelal li dijî şer nîşan da

PeyamaKurd – Konsulê Îranê yê li Silêmaniyê, Mihemed Mehmûdiyan, derbarê şerê Îsraîl û Îranê de daxuyaniyek da û got, "Ger êrîşên rejîma Siyonîst bi dawî bibin, em ê jî êrîşên xwe rawestînin."
Muhammed Mahmudian diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve helwêsteke zelal li dijî şer nîşan daye.
Konsul her weha diyar kir ku ew helwêsta Herêma Kurdistanê ya li hember şer û pevçûnan pêşwazî dikin û got, "Ji destpêka şer ve, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi eşkereyî ev şer şermezar kirine û ragihandine ku ew li dijî wî ne."
Ev yek nebûye sedema astengiyekê di bazirganiyê de
Mehmûdiyan diyar kir ku bazirganî li deriyên sînorî yên di navbera Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) û Herêma Kurdistanê de bi awayekî normal berdewam dike û tekez kir ku têkiliyên aborî bi awayekî aram berdewam dikin û got, "24 demjimêran di deriyên me yên gumrikê re herikîna bazirganiyê bênavber heye û heta niha tu pirsgirêk çênebûye."
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




