Li bajarê Mêrdînê du xwuşk di malekî de û jineka dinê jî li ciyekî dinê mirî hatin dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Artuklu 2 xwuşk di mala xwe de bi mirî hatin dîtin û li taxekî dinê jinekî din jî di mala xwe de mirî hat dîtin. Têkiliya her dû bûyeran bi hev heye an tine tê vekolîn.
Li navça Artuklu piştî 2 xwuşk di malê de mirî dîtin, ber destê êvarê li taxekî dinê jina ku bi serê xwe dijiya û jê xeber nedihat sitendin ya bi navê Cemile Arslanhan (60) di mala xwe de mirî hat dîtin. Polîs, li ser têkiliyên her dû bûyeran lêkolînê dike.
Li navenda navça Artuklu li taxa Saraçoğlu li ser kuça Yeniyolê du xwuşkên bi navên Leyla Işıktaş (60) Muatter Işıktaş (65) piştî nîvro di malê de mirî hatibûn dîtin.
Jina dinê ya ku di malê de mirî hat dîtin ya bi navê Cemile Aslanhan li taxa Yalımê dima û piştî jê xeber nehat sitendin, mirovên wê çûn mala wê. Mirovên wê di mala wê de ew bê hereket dîtin. Xeberê dan tîmên pêwendîdar û dema tîm çûn ciyê bûyerê dîtin ku Arslanhan wefat kiriye.
Cesedê Arslanhanê birin morga nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Mêrdînê. Piştî otopsiya her sê jinan, wê bê zanîn bê di navbera her dû bûyeran de têkilî heye an tine.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




