Li Farqînê xortekî li Mala Badê di ava çem de fetisî

Li Farqînê xortekî li Mala Badê di ava çem de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Farqînê li Mala Badê xortê bi navê O.H.(24) ji bo xwe hînik bike ket ava çemê Mala Badê an ku Çemê Batmanê. Xort ket ber pêlên avê û bi avê de çû.

Li ser agahdarkirina tîmên noqavê yên lêgerîn û rizgarkirinê yên cendiremeyan, şaredariya mezin, AFAD û 112 yên lezgîn yên tenduristiyê, tîm çûn ciyê bûyerê û cesedê xortî ji avê derxistin.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.