Li gundekî Amedê ser arazî li hev xistin: 2 kuştî û 4 birîndar

Li gundekî Amedê ser arazî li hev xistin: 2 kuştî û 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Yenişehirê li gundê Guvercinlikê li koma Çatalca Boxazê bi sedema pirsgirêka arazî pevçûn derket û dû malbat li hev xistin. Di encamê de 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.

Di wexta şerê navbera her dû malbatan de M.Ş. (46), M.A.Ş. (23), A.Ş, H.Ş, S.Ş. û M.Ş. birîndar bûn. Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar yên 112an û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.

Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxanên cuda lê M.Ş, û M.A.Ş. di nexweşxanan de can dan.

Hêzên asayîşê li ser bûyerê 13 kesan xistin binçav.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.