Li Hewlêrê 48 projeyên sivikirina trafîka bajêr têne bicihanîn

Li Hewlêrê 48 projeyên sivikirina trafîka bajêr têne bicihanîn

PeyamaKurd – Parêzgariya Hewlêrê ragihand ku li Hewlêrê bi mebesta kêmkirina qerebalixiya trafîkê ya nav bajêr 48 projeyên stratejîk û girîng têne bicihkirin. Hate diyarkirin ku di wan projeyan de, çêkirina sê pirên bilind û tunelên nû li sê cihên cuda yên Cadeya 100 Metreyî hene.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro 7ê Gulanê eşkere kir: “Tevî astengiyên ku hikûmeta federal ji bo pêşketina Hewlêrê derdixe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gihandina kar û projeyên xizmetguzariyê de berdewam e.”

Xoşnaw da zanîn, ji bo vê armancê, razîbûn ji bo bicihkirina 48 projeyên stratejîk û girîng di sektora rê û banan de hatiye wergirtin.

Parêzgarê Hewlêrê got: “Di nav van projeyan de çêkirina berzepirek û tunelê li Çarrêya Mexmûrê ya li ser Cadeya 100 Metreyî heye, ku dê 30 milyar dînar lêçûna wê hebe. Herwiha, li ser heman cadeyê, li nêzîkî benzînxaneya Akar û li Çarrêya Reşkînê jî dê berzepir û tunelên nû werin çêkirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, di guhertina masterplana bajêr de, ku niha di qonaxa dawî de ye û dê di demek nêzîk de ji aliyê Encûmena Şaredariya Hewlêrê ve were pesendkirin, zêdekirina rêjeya keskahiyê li ber çavan hatiye girtin.

Di vê çarçoveyê de, dest bi çêkirina Parka Reşkînê hatiye kirin. Ev park yek ji parkên herî mezin ên Hewlêrê ye û bi lêçûneke 15 milyar dînar li ser rûberê 120 hezar metrekare erd tê çêkirin. Ji vê rûberê, 30 hezar metre dê ji bo rêçik û qadên peyarê, 11 hezar metre tartan ji bo werzîşê, 15 hezar dar û 20 hezar gulên curbecur dê bên çandin.

Herwiha, projeya keskkirina Çarrêya Hewlêr-Mûsilê ya li ser Cadeya 120 Metreyî, li ser rûberê 205 hezar metrekare û bi lêçûna 3 milyar û 422 milyon dînar, di qonaxa cîbicîkirinê de ye.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.