Mesrûr Barzanî û Balyozê Nû yê Hindistanê peywendiyên dualî û firînên rasterast gotûbêj kir

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Hindistanê kir. Têkiliyên Kurdistan û Hindistanê ber bi pêş ve diçin: Teknolojî, dîjîtalkirin û firînên rasterast di rojevê de ne.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêra paytext pêşwaziya Balyozê nû yê Hindistanê yê li Iraqê Soumen Baqçî kir. Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Hindistanê Madan Gopal jî tê de amade bû, behsa bihêzkirina peywendiyên dualî yên di warên curbicur de hate kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li balyozê nû kir, piştgiriya hikûmetê ji bo erka wî ya nû diyar kir û tekezî li girîngiya pêşxistina peywendiyên bi Hindistanê re kir.
Wî her weha spasiya Madan Gopal jî kir ji ber xebatên wî yên berê.
Ji aliyê xwe ve Soumen Bagçî pesnê pêşkeftin û avadaniya Herêma Kurdistanê veda, daxwaza welatê xwe ji bo berdewamiya peywendiyan bi taybetî di warên teknolojiya zanyarî, dîjîtalkirina xizmetan û piştgiriya çaksaziyên bankingê de anî ziman.
Wî her weha eşkere kir ku ew hewl didin firînên rasterast di navbera Hewlêrê û bajarên Hindistanê de bidin destpêkirin.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.





