Nêçîrvan Barzanî bo Foruma Dohayê hate vexwendin

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Qeterê yê Hewlêrê Huseyîn bin Elî El-Fezale, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo serdaneke fermî vexwend Qeterê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Qeterê yê Herêma Kurdistanê Huseyin bin Elî El-Fezale, îro 7ê Gulanê civiyan.
Hate diyarkirin, konsul Huseyîn bin Elî El-Fezale, ji bo beşdarbûna Foruma Dohayê nameyeke vexwendinê ya Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî gihand Nêçîrvan Barzanî.
Foruma Dohayê dê Çileya 2025an were lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî digel spasî û pêzanîna xwe ya ji bo vexwendinê, amadekariya xwe nîşan da ku beşdarî konferansê bibe.
Barzanî tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşvebirina pêwendî û firehkirina hevkariya hevbeş bi Qeterê re kir.
Konsulê Giştî yê Qeterê da zanîn ku serkirdayetiya welatê wî, "Bi girîngî û eleqeyeke mezin li pêwendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dinêre û xwest ku di hemû waran de asta pêwendiyan bi pêş bixin."
Di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan ronahî xistin ser derfetên kar û veberhênanên Qeterê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.





