Li Misircê (Kurtalan) li ser rê cesedekî hat dîtin

Li Misircê (Kurtalan) li ser rê cesedekî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Misircê (Kurtalan) li ser rê nêzî devera Maxribê cesedekî hat dîtin. Li ser gilîkirina ajotvanekî di rêya telefonê de tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyerê. Tesbît kirin ku cesed yê Erdal Ç.(32) ye.

Dema tîmên tendursitiyê yên 112an çûn ciyê bûyerê dîtin ku kesê navborî can daye. Li ser biryara dozger û hêzên ewlehiyê cesedê Erdal Ç. bo otopsiyê birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya bajarê Sêrtê.

Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike. Dibe ku di wexta erebeyekî di wir de derbas bûbe lê xistibe û nesekinîbe. Dibe ku ajotvanê bi navê A.A. bê ku haya wî bûbe, lê dabe.

Lê ajotvanê bi navê A.A. niha di binçav de ye û cendirme îfadên wî distînin. Sedema mirina kesê navborî jî tê vekolan.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.