Ava Bendava Dukanê kêm bûye

Ava Bendava Dukanê kêm bûye

PeyamaKurd – Hilberîna elektrîkê li Bendava Dukanê ya Herêma Kurdistanê ji ber kêmbûna ava ku sedema wê kêmbarîniya vê demsalê ye, bi temamî rawestiya.

Sîrwan Mihemed, berpirsê medyayê yê Rêveberiya Elektrîkê ya Silêmaniyê, ragihand ku asta avê gelekî daketiye û qet elektrîk nehatiye hilberandin.

Niha herêm bi santralên gaza xwezayî elektrîkê peyda dike. Bendava Dukanê dikare heta 400 megawat elektrîkê hilberîne, lê kêmbûna baranê kapasîteya wê hindik kiriye.

Hat ragihandin ku ava mayî ji bo vexwarinê tê parastin.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.