Li navça Licê ya Amedê xebata vemirandina agirê daristanê dewam dike

PeyamaKurd – Li navça Licê ya bi ser bajarê Amedê şewata daristanê li gundê Comelaşê (daralan) dewam dike û pêwendîdar dixebitin da agir vemirînin.
Comelaş tije darên mazîne û ji ber çiyaye, xwe gihandina hinek ciyên şewatê bi zahmet dikeve. Rêvebiriya daristanê bi alavên xwe tevî 20 xebatkaran dixebitin da ji bejayiyê de agir vemirînin.
Ciyê ku xebatkar nikarin herinê di rêya helîkoptera leşkerî de xebat têkirin da agir vemirînin. Sedema agirvêketina daristanê nehat zanîn.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




