Li New Yorkê konferansa Kampa Holê: Rêveberiya Rojava nehat vexwendin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hikûmeta Iraqê li bajarê New York ê Amerîkayê li ser çarenivîsa bi hezaran kesên girêdayî DAIŞê yên Kampa Holê konferanseke girîng li dar dixe, lê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê nehatiye vexwendin.
Li gorî plana Bexdayê konferans wê 26ê Îlonê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bê lidarxistin.
Armanca konferansê, bilezkirina vegerandina kesên girêdayî DAIŞê yên li Kampa Holê ya li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Berpirsê hemû kampên koçberên navxweyî û penaberan ên li Rojavayê Kurdistanê Şexmûs Ehmed ragihandiye ku ew piştgiriyê didin pêngava Iraqê lê ji ber ku Bexdayê Rêveberiya Xweser venexwendiye, ew xemgîn in.
Hêjayî gotinê ye, Iraqê gelek welat vexwendine konferansê lê bele tevî ku Kampa Holê di bin kontrola û berpirsiya Rêveberiya Xweser de ye jî ji bo konferansê nehatiye vexwendin.
Ehmed ji Rûdawê re gotiye, “Diviyabû berpirsên Rêveberiya Xweser bihatana vexwendin ji ber ku ew bi vê mijarê re têkildar in lê mixabin me ti vexwendineke fermî ji hikûmeta Iraqê yan jî NYê wernegirtiye.”
Hikûmeta Iraqê hewl dide heta sala 2027an hemû welatiyên Iraqî yên li kampên Rojavayê Kurdistanê vegerîne. Bexdayê hefteya borî nêzîkî 800 welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerand ku rayedarên Iraqî xwe ji bo vegerandina 1,000 welatiyên din jî amade dikin.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




