Kirmaşan | Rejîma Îranê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

Kirmaşan | Rejîma Îranê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3yê Îlona 2025an, li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava), girtiyekî Kurd ê bi navê Rehman Elî Ekberî hate darvekirin.

Rehman Elî Ekberî, 35 salî û xelkê gundê "Engez"ê yê Kirmaşanê bû. Ew bi qasî 5 sal berê bi tohmetên têkildarî "madeyê hişbir" hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birrîn.

Heta niha, nûçeya bidarvekirina vî girtiyê Kurd di tu medyayên fermî yên hikûmeta Îranê de, bi taybetî yên nêzîkî dezgeha dadweriyê, nehatiye belavkirin.

Ev bidarvekirin di demekê de pêk tê ku li gorî amaran, hejmara darvekirinan li Îranê zêde bûye. Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê di raporekê de aşkere kiribû ku tenê di meha Tebaxa 2025an de, herî kêm 152 girtî li seranserê Îranê hatine bidarvekirin, ku ji wan 24 kes, ango 16 ji sedî, girtiyên Kurd bûne.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.