Nêçîrvan Barzanî ji bo destnîşankirina nûnerê taybet spasiya Îmaratê kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 10ê Îlonê pêşwaziya Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybet ê Îmaratê yê Karûbarên Aborî yê Herêma Kurdistanê Seîd Hacirî û şanda pê re kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de her du aliyan pesnê dîroka dostanî û pêwendiyên xwe da, kêfxweşiya xwe bi asta pêwendiyên di navbera her du aliyan de anîn ziman.
Aliyan tekezî li ser daxwaza dualî ya ji bo bipêşxistina zêdetir û berfirehkirina hevkariya hevbeş kir, bi taybetî di wan warên ku ji bo her du aliyan girîng in.
Herwiha her du aliyan hebûna yasayeke hander û jîngeheke alîkar ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê wekî bi girîngî nirxand.
Nêçîrvan Barzanî spasiya serkirdayetî û hikûmeta Îmaratê kir ji bo alîkarî û piştgiriya wan a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî, destnîşankirina nûnerê taybet ê Îmaratê yê ji bo karûbarên aborî yê Herêma Kurdistanê wekî pêngaveke girîng bi nav kir ku girîngiya pêwendiyên her du aliyan nîşan dide.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya xwe ji bo Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayed El Nehyan ducare kir ku Nîsana borî di civîneke dualî de li Ebû Dabiyê tekezî li ser şandina nûnerê taybet ê Îmaratê yê ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê kiribû.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Seîd Hacirî behsa derfetên sermayeguzarî û veberhênanê û kar û çalakiyên kompanyayên Îmaratî û sektora taybet a li Herêma Kurdistanê kir û li ser asoyên berfirehkirina wan di warên cuda de nêrînên xwe parve kirin.
Di heman demê de, Serokê Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ya ji bo pêşkêşkirina hemû piştgirî û alîkariyên pêwîst ên aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ducare kir.
Hemcûrekirina aboriyê, hebûna dîtineke zelal ji bo veberhênana Îmaratê li Iraq û Herêma Kurdistanê, aboriya berdewam, pêwendiyên Iraqê yên bi Îmaratê re û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş di civînê de hatin axaftin.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




