Mezlûm Ebdî û Şêx Murşîd li ser Komîteya Diyaloga Kurdî axivîn

PeyamaKurd- Alimê Kurd Şêx Murşid Xeznewî ragihand ku ew bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî re civiyaye.
Li ser hesabê medya civakî Xê yê Şêx Murşîd Xeznewî digel wêne hate belavkirin ku Şêx Murşîd bi Mezlûm Ebdî re civiyaye û di civînê piştgiriya xwe ya ji bo HSDyê dûbare kiriye.
Komîteya Dîyaloga Kurdî nîqaş kirin
Di parvekirinê de wiha hate gotin: “Şêx Dr. Murşid Meşûq Xeznewî bi General Mezlûm Ebdî re civiya. Xeznawî Piştgiriya xwe ya tevahî ji bo QSD piştrast kir, û diyaloga Sûrî-Sûrî wekî rêya aramiyê tekez kir. Her wiha li ser aktîvkirina Komîteya Diyaloga Kurd jî nîqaş hat kir.”
Ev nivîs 167 car hatiye xwendin.





