Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan dê her û her mal û welatê hemû pêkhateyên xwe bimîne

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 92yemîn Roja Şehîdên Aşûrî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê postek parve kir.
Nêçîrvan Barzanî bi rêzdarî bîranîna qurbaniyên Komkujiya Sêmel a 1933yan, ku ji aliyê rayedarên wê demê yên Qiraltiya Iraqê ve hate kirin, anî ziman û got, "Ew di sala 1933yan de, li gel niştecihên zêdetirî 60 gundên parêzgehên Mûsil û Dihokê ji aliyê rayedarên wê demê yên Qiraltiya Iraqê ve hatin qirkirin."
Nêçîrvan Barzaniyê ku tekezî li ser biryardariya xwe ya ji bo parastin û pêşxistina çanda jiyana piralî û aştiyane li Herêma Kurdistanê kir, got,
"Em ji hemû pêkhateyan re piştrast dikin ku Kurdistan dê her û her mal û welatê her kesî bimîne."
7ê Tebaxê ji aliyê Asûriyan ve li çaraliyê cîhanê wekî "Roja Şehîdên Asûriyan" tê bibîranîn.
Asûriyên li Herêma Kurdistanê her sal di vê rojê de merasîmên bîranînê ji bo qurbaniyên komkujiya Sêmel û gundên derdorê li dar dixin.
Komkujiya Semelê
Bûyera 7ê Tebaxa 1933yan, ku wekî "Qetlîama Semelê" di dîrokê de cih girt, bi siyaseta sîstematîk a tunekirinê ya hikûmeta Iraqê li dijî Asûriyan dest pê kir.
Di 20ê Hezîrana 1933han de, Encûmena Wezîrên Iraqê Asûrî wekî "xayîn" îlan kirin, jiyana bi hev re li wan qedexe kir û biryar da ku wan bi zorê li seranserê welêt belav bike.
Piştî vê biryarê, êrîşên ku di 4ê Tebaxa 1933yan de dest pê kirin, heta êvara 5ê Tebaxê bênavber berdewam kirin. Di êrîşeke mezin a li ser nifûsa Asûrî ya li bajarokê Sêmelê yê Dihokê di 7ê Tebaxê de, bi qasî 6,000 kes hatin qirkirin; 95 gund bi tevahî hatin wêrankirin.
Di komkujiyê de, bi taybetî pêşengên olî bûn hedef û yan hatin îdamkirin an jî bi zanebûn hatin kuştin. Hemû mal û milkê sivîlên kuştî bi fermana hikûmeta Iraqê di navbera talankeran de hat parvekirin.
Parlamentoya Kurdistanê roja 7ê Tebaxê ji bo Asûriyan û hemû Xiristiyanan wekî "Roja Şehîdan" nas dike.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




