NY: Divê peymana di navbera HSD û Şamê de were bicîhanîn

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY ji bo Sûriyeyê, Geir O. Pedersen, daxwaza bicîhanîna peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de kir.
Konseya Ewlehiyê ya NY roja Pêncşemê 21ê Tebaxê ji bo nîqaşkirina rewşa li Sûriyeyê civiya. Pedersen got, "Ez hêvî dikim ku têkiliyên di navbera HSD û Şamê de baştir bibin", û bal kişand ser girîngiya bicîhanîna peymana 10ê Adarê heta dawiya vê salê.
Pedersen li ser rewşa li Siwêdayê jî wiha got:
"Hikûmeta Şamê berpirsiyarê aloziya li Siwêdayê ye. Em vîdyoyên ku kuştina hovane ya sivîlekî li nexweşxaneyek li parêzgehê nîşan didin şermezar dikin."
Nûnerê NY diyar kir ku ji bo destnîşankirin û lêkolîna sûcdarên ku di bûyeran de beşdar bûne komîteyek hatiye avakirin û tekez kir ku divê rapora komîteyê ji raya giştî re were eşkerekirin û divê berpirsiyar werin cezakirin.





