NY: Em ji pevçûnên li Rojava nîgeran in

NY: Em ji pevçûnên li Rojava nîgeran in

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) nîgeraniya xwe ya kûr li ser zêdebûna pevçûnên dawî yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û yekîneyên artêşê yên girêdayî hikûmeta Şamê li Rojava nîşan da.

Her çend her du alî hevdu bi destpêkirina êrîşan tawanbar dikin jî, NY bang li hemû aliyan kir ku tavilê tundûtûjiyê rawestînin û xwe ragirin.

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Ferhan Heq diyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ji ber rageşiya li Siwêdayê li başûr û li ser xetên têkiliyê li bakur nîgeran e.

Heq got, "Sekreterê Giştî bang li hemû aliyan dike ku tavilê tundûtûjiyê rawestînin û aramiyê vegerînin. Parastina sivîlan berpirsiyariya bingehîn a her aktorekî ye."

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.