Di 10 rojan de, 1,300 geştên hewayî li Herêma Kurdistanê hatin betalkirin

PeyamaKurd – Wezareta Veguhestinê ya Herêma Kurdistana ragihand ku di 10 rojên borî de nêzîkî 1,300 geştên hewayî hatine betalkirin.
Îro, 23.06.2025an Berdevkê Wezareta Veguhestinê Dîlan Reşad ragihand ku piştî girtina qada hewayî ya Iraqê ji ber şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, di 10 rojên borî de hejmareke mezin ji geştên hewayî hatine betalkirin.
Ger û geştên ku hatine betalkirin ev in:
- Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê 1,184 geştên derveyî.
- Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê 99 geştên çûn û hatinê.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




