Parîs | Goujon: Nirxên ku Pêşmerge ji bo wê şer dikin û yên me yek in

Parîs | Goujon: Nirxên ku Pêşmerge ji bo wê şer dikin û yên me yek in

PeyamaKurd- Serokê Şaredariya Herêma 15emîn a Parîsê Philippe Goujon, di merasîma vekirina Rêya Pêşmerge a li li Parka Citroenê ya Parîs a paytexta Fransayê axaftinek kir.

 Philippe Goujon got, “Ev navlêkirin ne tenê karekî îdarî ye, bîranîn, naskirin û dilsoziya bi nirxên mirovî yên gerdûnî re ye."

Goujon diyar kir ku Pêşmerge wekî hêza berxwedana gelê Kurd û hêmayê têkoşîneke berdewam a ji bo rûmet, azadî û mafê jiyana di aştiyê de bi nav kir û da zanîn, "Ji dema avabûna xwe ve di sala 1946an de, wan li dijî rejîmên herî hov şer kiriye."

Goujon berxwedana Pêşmergeyan a li hemberî rejîma Sedam Husên, tawanên Enfalê û bikaranîna çekên kîmyewî bi bîr xist û diyar kir ku Pêşmergeyan "ti carî dev ji parastina gund, malbat, dîrok û çanda gelê xwe berneda."

Philippe Goujon bi taybetî pesnê rola Pêşmergeyan a di şerê li dijî DAIŞê de da û diyar kir ku wan Hewlêr ji gefan rizgar kir û korîdoreke mirovî ji bo bi hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şingalê vekir da ku ji komkujiyê rizgar bibin.

Siyasetmedarê Fransî herwiha pesnê rola Pêşmergeyên jin da û berxwedana şervanên YPGê ya li Kobaniyê ya li dijî DAIŞê.

Serokê Şaredariyê Goujonê bal kişand ser wê yekê ku Nûnertiya Herêma Kurdistanê zêdetirî 20 salan e li herêma wî ye û got, "Ji ber vê yekê, rewa ye ku li vî bajarî cihekî giştî hebe ku rêzê li parêzvanên wan bigire."

Herwiha Goujon got ku navlêkirina vê kolanê rêzgirtin e ji bo qurbaniyên Pêşmergeyan ên ku ji bo parastina azadî û aştiyê hatine dayîn, her wekî ku leşkerên Fransî jî qurbanî daye.

Goujon dawiyê destnîşan kir, "Nirxên ku Pêşmerge ji bo wan şer dikin, azadî, rûmet û lêborîn e û ev nirx nirxên me ne."

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.