PDK û YNK ji bo rêvebiriya Kerkûkê li hev civiyan

PDK û YNK ji bo rêvebiriya Kerkûkê li hev civiyan
PeyamaKurd - Li Kerkûkê şanda Liqê Sêyem ê Kerkûkê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji bo gotûbêja mijara pêkanîna rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê û çend mijarên din, serdana Malbenda Duyem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.

Şandeke Liqê Sêyem ê PDKê li Kerkûkê bi serokatiya û Serokê Lîsta PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd, serdana Malbenda Duyem a YNKê li bajarê Kerkûkê kir.

Di derbarê armanca serdana PDKê de; Berpirsê Liqê Sêyem ê Kerkûkê yê PDKê Mihemed Kemal ragehand ku sedemê serdana wan daxwaza başkirina pêwendiyên PDK û YNKê  û bersivdana serdana dawî ya YNKê ku li Liqê Sêyem yê PDKê kiribû ye.

Ji aliyê din ve hate zanîn ku di nav rêza sedemên serdanê de pêkanîna rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê û hilbijartina ji bo postê Parêzgariyê ya kurdekî serbixwe ye.

Di 18ê Kanûna sala borî de li Kerkûkê piştî 18 salan ji bo hilbijartina parêzgar û encûmena parêzgariyê hilbijartin pêk hatibûn, lê belê ji ber encamên hilbijartinê têra ku aliyekî postê şaredariyê werbigire nedikir û ji ber vê yekê pêvajo asê bûbû.

Pirsgirêka Kerkûkê bi awayekî kûr bûye ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi xwe destêwerdan kir û li Kerkûkê bi partiyên serketî re du civîn pêk anîn. Civîna dawî jî duh pêk hat.

Di civîna duh de Sûdanî ji aliyan daxwaz kir ku di heyama du hefteyan de nexşerêya hilbijartina parêzgar û encûmena xwecihî diyar bikin, lê belê heta niha li ser vê mijarê ti rêkeftinek çênebûye. Hêviya peymanê ne diyar e, ev jî derfetê dide Rakan Cibûrî ku wekî parêzgarê ferzkirî li ser postê parêzgariyê bimîne.

Li gorî zanyariyên ku di derbarê civîna duh de hatine bidestxistin, aliyên siyasî yên ku di hilbijartinên Kerkûkê de biser ketine, pêşniyarên xwe yên di derbarê çawaniya dagirtina postên Kerkûkê pêşkêş kirine û Serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî wê wan binirxîne. Her wiha tê payîn ku Sûdanî di rojên pêş de bi hemû aliyan re cuda cuda bicive. Ev nivîs 201221 car hatiye xwendin.