Rejîma Îranê li Baneyê xortekî Kurd birîndar kir û piştre girt

PeyamaKurd – Duh, roja Çarşemê, 20ê Tebaxa 2025an, çekdarên rejîma Îranê li gundê Kanîsûrê yê bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, xortekî Kurd ê bi navê Hoşyar Şabanî bi guleyan birîndar kir û piştre ew girtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, bûyer di demekê de qewimî ku gelek çekdarên bi cilên sivîl avêtin ser mala Şabanî. Hat ragihandin ku Hoşyar Şabanî hewl daye ji cihê bûyerê bireve.
Çavkaniyan da zanîn ku hêzên ewlehiyê rasterast gule bera ser Şabanî dane û ji lingê wî ve ew birîndar kirin. Piştî birîndarkirinê, ew di heman rewşê de ji aliyê çekdaran ve hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.
Heman çavkaniyan bi bîr xist ku Hoşyar Şabanî weke çalakvanekî sivîl tê naskirin û di salên borî de jî çendîn caran ji ber xebatên xwe rastî girtin û lêpirsînê hatibû.
Ev nivîs 257 car hatiye xwendin.




