Iraq | Di berdêla çek û cilên jinan de ji bo hilbijartinê deng tên kirîn

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniyên hejmareke parlamenter û pisporên Iraqî, diyardeya kirîna dengan di hilbijartinan de gihîştiye asteke nû û metirsîdar. Tê ragihandin ku ji bilî pereyan, niha çek û cilên jinan jî weke diyarî ji bo bidestxistina dengan tên bikaranîn, û nirxê kartên dengdanê jî gihîştiye asta xwe ya herî bilind.
Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê, Elî Bedîrî, eşkere kir ku pêvajoya kirîna dengan diyariyên wekî çek ji bo şêxên eşîran û cilên jinan ji bo dengdêrên jin jî di nav xwe de digire. Ev yek nîşan dide ku ev diyarde êdî ne tenê bi pereyan sînordar e.
Ji aliyê xwe ve, pisporê karûbarên stratejîk, Mustafa Tai, ragihand ku nirxê her kartekê dengdêran gihîştiye asta herî bilind li gorî hemû hilbijartinên berê. Parlamenterê berê yê Iraqê, Fewzî Ekrem Terzî jî hişyarî da û got, "Pêvajoya kirîna kartan êdî ne rewşeke takekesî ye, lê bûye diyardeyeke berbelav." Terzî daxwaza avakirina komîteyeke lêpirsînê kir da ku nasnameya kesên li pişt vê yekê bên eşkerekirin.
Parlamenterê serbixwe, Ehmed Şarmanî, jî metirsiya xwe anî ziman û got, "Tirseke mezin ji bandora pereyê siyasî li ser îradeya dengdêran di hilbijartinên parlamentoyê yên bê de heye." Şarmanî bang kir ku çavdêrî li ser lêçûnên partiyan di dema hilbijartinan de were kirin da ku çavkaniya pereyên ku tên xerckirin were zanîn.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




