Rojava | Li Hesekê berpirsê şaneyên DAIŞê hate kuştin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li dijî berpirsekî DAIŞê li Hesekê operasyonek li dar xist û di encamê de, Ebdurehman Elî Xidir (Ebûdî Esla), ku yek ji berpirsên şaneyên veşartî yên girêdayî şaneya "Ebû Ducana" ya girêdayî DAIŞê ye, hate kuştin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro 22yê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihand, "Li ser bingeha agahiyên rast ên ku ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî ve hatine berhevkirin, hêzên me, bi hevkariya Hêzên Operasyonan û Hêzên Taybet (HAT), li gundê Zîba li nêzî Hesekê, operasyoneke taybet pêk anîn. Operasyon dijî Ebdurehman Elî Xidir (Ebûdî Esla), ku yek ji serçeteyên şaneyên veşartî yên girêdayî şaneya "Ebû Ducana" ya girêdayî DAIŞˊê ye, hat lidaristin.”
Hate diyarkirin ku ew terorîst û şaneya wî kiryarên tirsandina sivîlan, hedefgirtina bendên kontrolê, hedefgirtinên dewriyeyên asayîşê yên ewlehiyê pêk dianîn. Herwiha mal û milkên xelkê kantona Cizîrê jî didizîn.
Hate gotin, “Di dema serdegirtinê de, wî li hember hêzên me gule avêtin. Di encamê de hat kuştin. Li kêlek wê jî çeka Klaşnîkov bi şarjorên tijî, demancayeke 9 mm, û mertalek di cihê wî de hatin dîtin.”
Hate bibîrxistin ku berpirsê vê şaneyê “Ebû Ducana” berê jî di operasyoneke ewlehiyê ya bi vî rengî de, piştî bikaranîna hêzê li dijî hêzên wan, hatiye kuştin.
Dawiyê daxuyaniyê hate gotin, ‘Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dikin ku di şopandina dijî bermahiyên DAIŞ’ê û şaneyên veşartî de dewam dikin, parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe dikin û herêmên ji terorê paqij dikin."
Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.




