Li Zaxoyê depoya LPGya otomobîlekê teqiya: 2 birayan can da

Li Zaxoyê depoya LPGya otomobîlekê teqiya: 2 birayan can da

PeyamaKurd – Li gundê Bastikê yê Zaxoyê, îro di encama teqîna depoya gaza LPG ya otomobîlekê de, du birayan jiyana xwe ji dest da û du kesên din jî birîndar bûn.

Bûyer di garaja malekê de qewimî, dema ku sîstema gaza otomobîlek ji cureya Kia Sorento teqiya. Li gorî daxuyaniya Rêveberê Rewşa Awarte yê Dihokê, Heysem Berbehî, lêkolînên destpêkê nîşan didin ku sîstema sotemeniyê ya otomobîlê ji benzînê bo gaza LPG hatibû guhertin, lê sedema teqînê hîn nehatiye zanîn.

Di encama vê bûyera xemgîn de, du birayên bi navê Seîd Islah (13 salî) û Mihemed Islah (20 salî) jiyana xwe ji dest dan. Herweha, du kesên din ên ku di bûyerê de birîndar bûbûn, ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Lezgîn a Dihokê hatin veguhestin.

Hêzên ewlehiyê piştî bûyerê gihîştin cihê teqînê û derbarê sedemên wê de lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin. Hat ragihandin ku ji ber teqînê zerareke mezin gihiştiye xaniyê ku bûyer lê qewimiye.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.