Şandeyên bazirganî yên Hewlêr û Amedê: Geştên asmanî dest pê dikin

Şandeyên bazirganî yên Hewlêr û Amedê: Geştên asmanî dest pê dikin
PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xuşnav got: “Di vê mehê de geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Amedê dest pê dikin.”

Şandeya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê ku serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê kir, ji aliyê Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xuşnav û serok û endamên Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê ve hate pêşwazîkirin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xuşnaw  destnîşan kir ku wan di hevdîtinê de tekeziyê li ser betir pêşxistina pêwendiyên odeyên bazirganî yên Hewlêr û Amedê ku berê jî di asteke baş de bûn kiriye û got: "Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê piştevaniya pêşxistina peywendiyan dikin.”

Parêzgerê Hewlêrê amaje jî da, “Wê şandê ew xeberê xweş da me ku di vê mehê de careke din hêla asmanî ya rasterast a navbera Hewlêr û Diyarbekirê dest bi geştên xwe dike. Bi piştrastî ve ev yek xizmeta me her du aliyan, xelkê her du parêzgehan, pêşxistina peywendiyan û livîna bazirganî dike”.

Umêd Xuşnaw da zanîn ku di dawiya meha Avrêlê de li Amedê ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê ve pêşangehek tê li dar xistin û ragihand ku şandeya Amedê ew ji bo pêşangehê vexwendine û wan jî bi dilxweşî ve vexwendina wan pêşwazî kiriye.

Xuşnav got: "Beşdariya wan pêşangehan dibe sedemê zêdetir hevnasîna kertê taybet, kompaniyan û kertê giştî.”

Di derbarê serdana Hewlêrê de Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê Mehmet Kaya jî got: “Armanca me ya sereke zêdekirina qebareya bazirganî ye.”

Kaya dom kir û got: “Me ji 2008an vir ve me bi  odeyên bazirganî yên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê re pêwendiyên bazirganî pêk anîne, me hejmarek peymanên bazirganî îmze kirine û em dixwazin wan pêwendiyan bêtir bi pêş bixin. 

Ev nivîs 199836 car hatiye xwendin.