Silêmanî | Nasnameya her sê kesên ku di peyvçûnê de can da, eşkere bû

Silêmanî | Nasnameya her sê kesên ku di peyvçûnê de can da, eşkere bû

PeyamaKurd – Di pevçûnên ku di operasyona girtina Şêx Cengî Lahor de derketin, 3 endamên ewlehiyê yên Hêzên Dijî Terorê, Komando û Operasyonan canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Giştî ya Li Dijî Terorê derbarê bûyerên duh bi şev li Silêmaniyê qewimîn daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Bi xemgînî û êşeke kûr, em koça dawî ya hevrêyê xwe Arî Şêx Sûad Talebanî radigihînin, ku di dema bicihanîna biryara dadgehê û girtina komek kesên neqanûnî de canê xwe ji dest da."

Tekezî li ser vê yekê hat kirin ku Talebanî di şerê li dijî terorê de Pêşmergeyekî wêrek, cesûr û qehreman bû û erkê xwe bi serkeftî bi cih anî. Rêveberiya Giştî ya Li Dijî Terorê ragihand ku cezayê herî dijwar dê li kesên neqanûnî bê birîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hebûn: "Em ji we re piştrast dikin ku xwîna Şehîd Arî dê li erdê nemîne. Cezayê herî dijwar dê li van kesên neqanûnî were birîn. Girtina wan tenê qonaxa yekem a cezakirinê bû."

Navên karmendên ewlehiyê yên ku canê xwe ji dest da, weha ne: Arî Şêx Sûad Talebanî, Diyar Serdar Hekîm û Sermend Elî. Li gorî agahiyan, di pevçûnan de 10 karmendên ewlehiyê jî birîndar bûn.

Ev nivîs 157 car hatiye xwendin.