Şirketa Hunt Oilê piştî êrîşa dronan cardin dest bi kar dike

PeyamaKurd – Şirketa enerjiyê Hunt Oil ragihand ku ew ê li Herêma Kurdistanê vegere ser karên xwe yên petrolê. Ev pêngav piştî wê yekê hat ku şirket neçar mabû operasyonên xwe ji ber êrîşeke bi balafirên bêmirov (dron) di meha Tîrmehê de rawestîne.
Li gorî daxuyaniya şirketê, tê payîn ku hilberîna li zeviya petrolê ya Baadreyê ya li navçeya Şêxanê heta dawiya vê mehê bi tevahî vegere rewşa xwe ya asayî.
Di 16ê Tîrmeha 2025an de, zeviya petrolê ya Hunt Oilê ya li Şêxanê bi droneke bombebarkirî hatibû hedefgirtin. Dezgeha li dijî Terorê ya Kurdistanê di wê demê de piştrast kiribû ku di êrîşê de tu ziyaneke canî çênebûye, lê ji ber sedemên ewlehiyê kar hatibû sekinandin.
Herweha şirketa Norwêcî DNO jî berî niha ragihandibû ku wê li zeviyên xwe yên li Herêma Kurdistanê dest bi hilberînê kiriye.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




