Wekîlê Mîrê Êzidiyan: Biryara betalkirin statuya penaberbûna Êzdiyan bê mantiq e

Wekîlê Mîrê Êzidiyan: Biryara betalkirin statuya penaberbûna Êzdiyan bê mantiq e

PeyamaKurd – Wekîlê Mîrê Êzidiyan, Cewher Elî Beg, biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya derbarê rakirina statuya penaberiyê ji bo hejmarek koçberan, bi taybetî Êzidiyên Şingalê, bi tundî rexne kir. Cewher Elî Beg destnîşan kir ku heta rewşa Şingalê normal nebe û ewlehî misoger nebe, ev pêngav "bê mantiq" û "beşek ji bazara siyasî" ye.

Di daxuyaniyeke taybet de ji bo BasNewsê, Cewher Elî Beg pirsî: "Çawa dibe Êzidiyek ku ji ber nebûna ewlehiyê nikare vegere ser warê xwe, ji mafê penaberiyê bêpar bimîne?" Wî bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka Şingalê û got, "Heger hikûmeta Iraqê nikare Peymana Şingalê bi cih bîne, çawa dikare bi vî awayî nêzîkî penaberan bibe?"

Li gorî Wekîlê Mîrê Êzidiyan, ev biryar tenê di rewşekê de dikare were qebûlkirin:

  • Rewşa Şingalê ji bo vegerê bi temamî guncaw be.
  • Ziyanên qurbaniyan hatibin qerebûkirin.
  • Xizmetguzariyên bingehîn hatibin dabînkirin.
  • Û ya herî girîng, jiyana welatiyan ji ber hebûna grûpên çekdar ne di bin metirsiyê de be.

Cewher Elî Beg da zanîn ku heta Peymana Şingalê neyê cîbicîkirin û ewlehî misoger nebe, vegera Êzidiyan ne pêkan e û ev biryar tenê ji bo propagandaya hilbijartinê tê bikaranîn. Wî gotina xwe wiha bi dawî kir:

"Penaber her roj dua dikin ku rojekê bikaribin bi ewlehî vegerin ser mal û warên xwe."

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.