Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Me bi şirketên petrolê re pêşketineke baş bi dest xist

PeyamaKurd- Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, di derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de ragihand, hevdîtinên bi şîrketên hilberînerên petrolê re pêşveçûnek baş bi dest xistine.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî da xuyakirin ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed Salih, pêşwazî li Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Rudolph Richard kiriye.
Di hevdîtinê de gavên ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê û destpêşxerî û pabendbûna Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi peyman û biryaran û rola Fransayê ji bo gihîştina çareseriyekê hatin avêtin û peyman hatin nirxandin.
Hate diyarkirin ku Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê hevtêgihîştin û hemahengiya di navbera her du wezaretên petrolê yên Federal û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.
Di hevdîtinê de êrîşên terorîstî yên li ser parzûngehên petrolê, kêmbûna asta hilberînê û hevdîtinên wezaretê bi şîrketên hilberîner re ku pêşveçûnek baş dîtine jî hatin nîqaşkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 13ê Tebaxa 2025an, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû ku wan li gel Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser mekanîzmaya hinardekirina petrolê li hev kiriye û rêkeftin jî ji aliyê 23 kesayetiyên şanda her du aliyan ve hatiye îmzekirin ku ji wan 17 endamên şanda Wezareta petrola Iraqê bûn.
Ev nivîs 134 car hatiye xwendin.




