YNKê dest danî ser kanala Zoom a Lahur

YNKê dest danî ser kanala Zoom a Lahur

PeyamaKurd- Piştî ku di operasyon û şerekî çekdarî de bi hinceta biryara girtinê Serokê Partiya Bereya Gel Lahur Şêx Cengî û birayên wî hatin girtin, piştî nîvro jî hêzeke YNKê bi ser kanala televizyonê ya Lahur de girt û dest danî ser.

Li gor zanyariyan, piştî girtina Lahur Cengî û birayên wî, kanala Zoomê rawestiyaye, lê rûpela Facebookê ya kanalê çend demjimêran carekê tê nûkirin.

Hate diyarkirin, hêzeke ewlehiyê ya YNKê kanal desteser kiriye û nûçegihanekî kanala Zoomê li Silêmaniyê gotiye ku hêzeke ewlehiyê ya YNKê serdegirtina kanala me kiriye û hemû alavên wê revandine. Herwiha tê gotin ku nûçegihanek winda ye û kes nizane ew li ku ye.

Ji aliyê xwe ve organîzatorê Navenda Metro ku dûvçûnê li ser mafên rojnamevanan dike Rehman Xerîb, ji medyayê re ragihand ku hêzên YNKê bi çekên giran ketine kanalê û nûçegihanekî bi navê Mihemed Dilşad girtine, lê wê demê derveyî wî ti kesek din di hundirê kanalê de tune bû.

Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.