Li Amerîkayê Super Komputera herî bihêz a hişê çêkirî kete xizmetê

PeyamaKurd- Navenda Super Komputerê ya Laboratuarên Lîncoln a Enstîtûya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT) ya li Amerîkayê, super komputera herî bihêz a hişê çêkirî ya asta zanîngehê ya bi navê "TX-GAIN" xist xizmetê.
Ew komputer dikare di saniyekê de 2 kentrilyon (quadrillion) operasyonan pêk bîne. Di cîhanê de pêşbaziya li ser teknolojiyên hişê çêkirî (AI) zêde dibe û ji Enstîtûya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT) gaveke girîng hat.
Navenda Super Kompîturê ya Laboratuarên Lîncoln a MIT'ê (LLSC), super komputera bi navê TX-GAIN ku dikare di saniyekê de 2 kentrilyon operasyonan pêk bîne û li Amerîkayê di asta zanîngehê de komputera super a hişê çêkirî ya herî bihêz e, xist xizmetê.
"TX-GAIN" ku kurtenivîsa gotinên "TX-Generative AI Next" e, bi ketina rêza cîhanî ya "TOP500"an navê xwe di nav komputerên herî bihêz ên cîhanê de nivîsî.
Hat ragihandin ku ev sîstem dê lêkolînan di warên mîna berevaniya biyolojîk, zanistiya materyalan, pêşbîniya hewayê û ewlehiya sîber de bide xurtkirin. Hat gotin ku "TX-GAIN" niha di warên analîzkirina radarê, modelkirina hewayê, ewlehiya sîber û sêwirana derman û materyalan de tê bikar anîn.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




