Kobanîspora nû rahênerê xwe yê nû ji Dihokê anî

Kobanîspora nû rahênerê xwe yê nû ji Dihokê anî

PeyamaKurd – “Diyarbakirspor” tîma futbolê ya Diyarbekirê, piştî ku navê xwe kir “Kobanîspor”,  ji bo sezona nû bi coş dest bi amadekariyan kir. Klûbê lêgerîna xwe ya ji bo rahênerekî nû li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê bi dawî kir û bi Mesut Meral, rahênerê serketî yê şampiyonê Lîga Şampiyonan a Kendavê Duhok SCê, peymanek salekê îmze kir.

Mesut Meral, ku bi eslê xwe ji Nisêbîna bajarê Kurdistanê ye û kariyera xwe ya futbol û rahêneriyê li Swêdê domandiye, bi ezmûna xwe ya di lîgên Ewropî de kesekî giring e. Kobanîsporê di daxuyaniya xwe de welê got:

“Piştî ku navê me guherî û bû Kobanîspor, me ji çavkaniyên navxweyî û navneteweyî piştgiriyeke bilind wergirt. Bi tevlêbûna Mesut Meral, tîma me dê hîn xurttir bibe.”

Tê çaverêkirin ku Kobanîspor bi rêberiya Meral di sezona nû de performanseke  bihêz nîşan bide û di lîgê de bibe tîmeke serketî.

 

 

 

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.