Biryara hikûmeta veguhêz a Sûriyê pûç derket: Karmend nikarin vegerin ser karên xwe

PeyamaKurd- 27ê Tebaxê serkreteriya serokatiya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê biryanameyek derxistibû ku li gorî biryarnameyê karmendên piştî hilweşîna rejîma Esed ji kar hatibûn dûrxistin, dikaribûn ji destpêka meha Îlonê ve vegerin ser karê xwe.
Karmendên bendera Laziqiyê ya Sûriyê ku ev 3 meh e ji kar hatine dûrxistin jî xwestin îro herin ser karê xwe, lê rayedaran nehiştin ew vegerin û ji wan re gotin, haya wan ji biryarê tune ye û dibe ku biryarnameyeke sexte be.
Hate ragihandin ku karmendan li ber deriyên saziyên benderê çalakiya protestoyê li dar xist û diyar kir ku astengkirina vegera wan a kar kiryareke neheq e.
Li aliyê din li Şamê jî îro sibehê karkerên Gumrikê berê xwe daan cihê kar, lê li wir jî rayedaran nehiştin ew vegerin ser karên xwe.
Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi dehezaran karmend, bi hinceta ku bermayên rejîma berê ne, ji kar dûr xistin û heta niha rewşa wan ne diyar e.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




