DAIŞê êrîşî bîra petrolê û dikanekê kir

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şaneyên DAIŞê li gundewarê Dêrezorê du êrîş pêk anîne ku yek ji wan li dijî bîreke petrolê bûye yan din jî dikanek e.
SOHRê diyar kir ku şaneyên DAIŞê bi roketeke "RPG" jî êrîşî bîra petrolê ya Helbeyê ya nêzîkî bajarokê Izbeyê kirin.
Di encamê de agir bi bîrê ket û êrîşkar ber bi cihekî nediyar ve reviyan.
Çekdarên DAIŞê li gundê Tibxanê yê li bakurê Dêrezorê jî narincokek avêtin ser dikanekê lê ti zirarên canî çênebûn.
Hate gotin ku DAIŞê bi hinceta ku zekat nedane êrîşî dikanê kiriye.
Li gorî amarên SOHRê ji destpêka sala 2025an ve şaneyên DAIŞê li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 169 êrîş pêk anîne. Di encama van êrîşan de 76 kesan can daye ku 51 ji wan endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk in.
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




