Balafira Seroka Komîsyona YEyê ji ber midaxeleya Rûsyayê bi zehmetî daket

PeyamaKurd – Di bûyerekê de ku tengezariya di navbera Ewropa û Rûsyayê de kûrtir dike, balafira Seroka Komîsyona Ewropayê, Ursula von der Leyen, dema ku dixwest li Bulxaristanê dakeve, rastî midaxaleya sînyala GPSê hat. Tê bawerkirin ku ev midaxele ji aliyê Rûsyayê ve hatiye kirin û pîlot neçar maye bi awayekî kevnare û bi bikaranîna nexşeyên kaxezî balafirê bi ewlehî deyne erdê.
Bûyer dema ku balafira von der Leyen ji Warşovayê diçû bajarê Plovdîvê li Bulxaistanê qewimî. Li gorî agahiyên ku ji rojnameya Financial Timesê re hatine dayîn, tevahiya sîstema GPSê ya li derdora balafirgehê "tarî bûbû". Piştî ku pîlot nêzîkî saetekê li hewa geriya û nekarî bi sîstemên elektronîk dakeve, biryar da ku bi awayekî manual û bi alîkariya nexşeyan dakeve.
Dezgeha Xizmetên Trafîka Hewayî ya Bulxaristanê bûyer piştrast kir û ragihand ku ji destpêka şerê Ûkraynayê di Sibata 2022yan de, bûyerên astengkirin û sextekirina sînyalên GPSê li herêmê pir zêde bûne.
Ev cure midaxeleyên ku bi taybetî li welatên Deryaya Baltik û Ewropaya Rojhilat ên nêzîkî Rûsyayê têne dîtin, metirsiyeke cidî li ser ewlehiya hewavaniyê çêdikin.
Ji aliyê şirovekarann ve ev bûyer weke peyameke gefxwarinê ji aliyê Rûsyayê ve tê dîtin. Brukselê di bersiva xwe de tekez kir ku ew ê "kapasîteya xwe ya parastinê xurt bike" û piştgiriya xwe ya bêdawî ji bo Ûkraynayê bidomîne.
Ursula von der Leyen ji bo hevdîtina bi Serokwezîrê Bulxaristanê Rosen Zhelyazkov û serdana kargeheke çekan li Plovdîvê bû. Hat ragihandin ku piştî serdanê, ew bi heman balafirê bê pirsgirêk ji herêmê derket.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




