Serokkomarê Polonyayê ji Almanya tazmînata şer xwest

Serokkomarê Polonyayê ji Almanya tazmînata şer xwest

PeyamaKurd – Li Polonya li bajarê Gdanskê li girava Westerplatte merasima salvegera 86em ya destpêka şerê cîhanê hat kirin. Di merasimê de serokê Polonyayê Karol Nawrocki ji Almanyayê daxwaza tazmîmata şer kir û got ku wê tazmînat bibe bingeha têkiliyên di navbera her dû dewletan yên nûh de.

Di merasimê de serokkomarê Polonyayê Nawrocki got ku Polonya li hemberê Neoemperyalîzm û Federasyona Rûsyayê ji nûh de, bi Yekîtiya Ewrûpa û NATOyê re hevkarî dike û ev karê han bi kirdeyê şerê cîhanê bi Almanya re parvedike. Nawrocki got:

“Wê tazmînat di navbera her dû welatan de bibe bingehekî nû. Ji bo bi cîranê Rojavayê me re li ser bingeha rastiyê têkiliyan ava bikin û ortaxiyê bikin, divê ji Almanya mesela tazmînatê çareser bikin. Ez wekî serokkomarê Polonyayê, vêya ji bo ortaxiya baş û dahatûya me dixwazim.”

Pêdiviya Polonyayê bi edalet û heqîqet bi Almanya re bi têkiliyên zelal heye û ji bo tazmînatê, destekê ji hukumetê xwest.

Di merasimê de serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk jî got li hemberê gengeşeyên li herêmê û tehdîdên Rûsyayê, welatên Ewrûpa û NATO hevkarên me yên jiyanê ne û dewam kir:

“Divê em biaqil bin û dostên me kîne û dijminên me kîne, divê em baş fêm bikin.”

Şerê cîhanê yê duyem bi êrîşa Almanya Nazî ku êrîşê Polonyayê kiribû, di 1ê Êlûl a 1939an de destpêkiribû.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.