Mesrûr Barzanî sersaxî da Arif Ruşdî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, îro Duşemê, bi rêya telefonê peywendî bi Endamê Desteya Rêveber a Encûmena Bilind a Tekoşerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Arif Ruşdî re kir.
Di vê peywendiyê de, Serokwezîr Barzanî ji ber koça dawî ya birayê Arif Ruşdî, sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî wî û malbata wî kir. Wî hêvî xwest ku Xwedayê mezin rehmetiyê bi behişta xwe şad bike û sebr û hedarê bide malbat û kesûkarên wî.
Ji aliyê xwe ve, Arif Ruşdî, li ser navê malbata xwe, spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo peywendî û hevxemiya wî.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




