Erdogan û Pizîşkiyan civiyan: Tirkiye piştgiriya danûstandinên nukleerî dike

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di çarçoveya Lûtkeya 25an a Konseya Serokên Dewletan a Rêxistina Hevkariya Şanghayê (ŞHT) de, li bajarê Tianjin ê Çînê civiyan.
Di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên Tirkiye-Îranê, geşedanên herêmî û gerdûnî hatin nirxandin.
Erdogan di hevdîtinê de bal kişand ser, hevkariya di navbera Tirkiye û Îranê de di gelek waran de, nemaze di warê enerjiyê de û diyar kir ku ew têkilî xizmeta berjewendiyên hevbeş dikin.
Herwiha Erdogan, hewcedariya Îranê bi berdewamiya danûstandinên nukleerî anî ziman û got ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya di vê mijarê de ji Îranê re bidomîne.
Di hevdîtinê de, derbarê rewşa dawî ya Sûriyê, êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û pêvajoya aştiyê ya li Qefqasyaya Başûr jî danûstandina ramanê hate kirin.
Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.




