Îran, Çîn û Rûsya nameyekî hevpar şandin Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî

PeyamaKurd – Îran, Çîn û Rûsya ragihandin ku di sala 2015an de terefên peymana nuklerî Îngîltere, Fransa û Almanya ji bo Îranê givaşên Neteweyên Yekgirtî ku danîbûn ser Îranê an ku mekanîzma "snapback" ê ku karibin paşde bînin, biyara wan hûqûqen nerewaye û bêmantiqe
Wezîrên karên derve yên Çîn, Rûsya û Îranê li hemberê kiryarên terefê din yên her sê dewaletan nameyekî şandin ji bo sekreteriya giştî ya NY û Konseya Ewlehiya NY da givaşên ser Îranê rakin. Di namê de gotin ku xwestina bicîhanîna daxwazên her sê dewletan (E3), di îdîayên wan de agahiyên şaş hene û sedeman şaş ragihandine.
Sedema ku peyman nehatiye bicîhanîn, DYA bi yekalî ji peymanê vekişiyaye û her sê dewlet jî li pey givaşên yekalî yên Amerîkayê çûne û li gor biryara Amerîkayê tevgeriyane. Ji ber welatên Ewrûpayê bi Amerîka re yekalî peymanê îhlal kirine, heqê wan tine mekanîzmayê bikarbînin, hûqûqen rast nîne û tê de ti mantiq tine. Li ser mijarê wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Erakçi gotibû:
“Terefên Ewrûpayê bingeha peymanê îhlal kirine û di peymanê de rola wan ya ku hebû ji dest berdane. Ji ber wê ti bingeha hûqûqî tine ku mekanîzayê bikarbînin.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




