Li navça Bêgiriyê du malbat li hev xistin: 1 kuştî û 2 birîndar hene

Li navça Bêgiriyê du malbat li hev xistin: 1 kuştî û 2 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Bêgiriyê (Muradiye) li taxa an gundê Ovapınarê bi sedemekî ku nehat zanîn du malbat pevçûn û di encamê de kesekî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Di bûyerê de çekan bikaranîn û di serî de sê kes birîndar bûn. Her sê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Bêgiriyê. Kesê bi navê A.A. li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo bûyer zêde nebe li der û dorê tedbîrên ewlehiyê sitendin û qeymeqamê Muradiyê Furkan Taha Türkmenoğlu çû nexweşxanê da ji wezîfedaran agahiyan bistîne.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.