Jina 58 salî di malê de bi mirîtî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Elbistanê li taxa Taşburunê jina bi navê Nazife Cırıtlı (58) dema zilamê wê ji bazarê diçe malê û li derî dide, jin derî ji zilamê xwe re venake û zilam li ser bûyerê dikeve nav gumanê.
Zilam tîmên tenduristiyê û cendirmeyan agahdar dike. Dema tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê, derî didin vekirin û dibînin ku jinik li ser kanepê bê hereket dirêjkiriye. Dema kontrila jinikê dikin, dibînin ku jin can daye.
Cenazê jinikê dibin morga nexweşxana Elbistanê ji bo otopsiyê da bizanibin di mirina jinikê de ti qesdekî heye an na. Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




