Wê Şam pereyên nû li du welatan çap bike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê deshilata Şamê, pereyên xwe yên nû li şûna Rûsyayê li Îmarat û Almanyayê çap bike.
Ajansa Reutersê bi zarê sê çavkaniyan ragihandiye ku desthilata Şamê plan dike li şûna Rûsyayê pereyên nû li Îmarat û Almanya çap bike.
Roja Pêncşemê, hikûmeta Şamê peymaneke seretayî ya 800 milyon dolarî bi şîrketa Îmaratî DP World re îmze kir ji bo pêşxistina bendera Tartûsê. Ev peymana yekem e piştî ku Serokê Amarîkayê Donald Trump roja Sêşemê ragihand ku sizayên Amerîkî li ser Sûriyê rakirine.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 1979an de Sûriye weke dewleteke piştevanê terorê ragihandibû û di sala 2004an de jî cezayên din sepandibûn. Herwiha piştî aloziyê di sala 2011an de jî cezayên nû li ser Sûriyê hatibûn sepandin.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




