MHP: “Komîsyona Meclisê dikare li beyanên Öcalan guhdarî bike”

PeyamaKurd – Cîgirê serokê MHPê Feti Yıldız di ser hesabê xwe yê medya civakî de bang li serokê Meclisa Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş kir û di banga xwe de got:
“Ji bo beyanên Öcalan bistînin (an lê guhdarî bikin), divê zeman û ûsûla wê bi hezir bê bijartin û ji nav komîsyonê 3-4 kes dikarin bên bijartin û dê ev kiryar nebe kêmasiyekî.”
Yıldız got ku komîsyon di 5ê Tebax a 2025an de dest bi xebatê kiriye, armanca komîsyonê Tirkiyekî bêterore û weha dewam kir:
“Komîsyon heya niha di nava wan de serokên berê yên miclisê û gelek kesên din, dezge û rêxistinên hebûn li wan guhdarî kir û fikrên wan sitend. Dewlet dînamîka xwe ava kiriye û dewlet di 300 salên dawiyê de di rewşa xwe ya herî xwurt de ye.
Komîsyon li fikrên partiyên siyasî yên cuda, dezge, rêxistinên civaka sîvîl û kesan guhdarî kiriye, wê dewan bike û di hefta pêşiya me de wê civînan bike.”
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




