Xwebexşê vemirandina agirê daristana Merîwanê Rebîn Goranî jiyana xwe ji dest da

Xwebexşê vemirandina agirê daristana Merîwanê Rebîn Goranî jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Merîwanê xwebexşê vemirandina agirê daristanê Rebîn Goranî bi sedema di vemirandina agir de gelek ciyên wî birîndar bûbûn, ew biribûn nexweşxana Senendajê (Sinê) ya bi navê Tewhîdê da derman bikin.

Di pişik û rêyên hewayî yên bedena wî de gelek xesar çêbûbûn û piştî 10 roj hat dermankirin, li nexweşxanê can da. Goranî di 26ê Tebaxê de derb li bedena wî çêbûn û îro di 5ê Êlûnê wefat kir.

Di dawiya meha Tebaxê de li bajarê Merîwanê di merayên Xaneshikhan, Banawachleh û Darawran de agir bi merayan ketibû û weka xwebexş di wexta vemirandina agir de xebitî bû, birîndar bûbû.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.