Yekîtiya Ewrûpayê 2,95 milyar Evro ceza da Google

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema Google di xebatên xwe yên reklamên dîjîtal de qaîdeyên reqabetê îhlal dike, bi miqdarê 2,95 milyar Evroyî ceza da Google. Di encama lêpirsînê de YE yê got ku Google di xizmetên xwe de, ji bo terefdarên xwe, li raqîban neheqiyê dike û teref digre.
Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê ragihand ku lêpirsîna di derbarê Google de ya îhlala qaîdeyên reqabetê temam kiriye û gihaye encama lepirsîna cezayê bi miqdarê li jorê.
Komîsyona YEyê, ji bo Google dawiyê li bicîhanîn xwe yên terefî bîne, fermanê şandiye û gavên ku şîrketa Google bavêje, divê di nav 60 rojan de ragihîne ji YEyê re.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




