Trump: “Hindistan û Pakistanê dê çareseriyekî bibînin”

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku pirsgirêka navbera Hindistanê û Pakistanê ji zûde ye dewam dike û wê her dû welat jê re çareyekî peyda bikin. Trump her weha got ku pirsgirêka Keşmîrê têkoşînekî dîrokiye. Trump cara yekem bo navbera her dû welatan got:
“Weka her wextê, wê bi awayekî çareseriyekî bikin.”
Trump, ragihandina xwe di wexta ji Washingtonê diçû Romayê da tevî merasima cenazê Papa Franciscus bibe, bo rojnamevanan li ser pirsgirêka navbera Hindistan-Pakistanê daxwuyaniyê da. Trump got:
“Wextekî dirêje her du welat li ser herêma Keşmîre têdikoşin û ev rewşekî nûh nîne lê bi êrîşa dawiyê re rewş aloztir bû. Ez hem nêzî Hindistanê me û hem nêzî Pakistanê me. Her dû lîderan jî baş nasdikim. Ev her dû welat hezar sale li ser Keşmîre têdikoşin. Weka her carê wê ji xwe re çareyekî bibînin.”
Navbera her dû dewletan herî dawiyê ji ber li Cammu Keşmir a di bin rêvebiriya Hindistanê de kesên çekdar êrîşê tûrîstan kiribûn û di encamê de, di 22yê Nîsanê de 26 tûrîstan kuştibûn û gelek kesan birîndar kiribûn, li ser bûyerê navbera her dû welatan nexweş bûbû.
Rêvebiriya Hindistanê gotibû ku kesên êrîşê kirine tûrîstan, ji Pakistanê çûne Keşmîrê û peymana navbera her dû dewletan ya ‘Peymana Avên İndusê’ rawestandibû.
Hindistan, her weha xwestibû ku temamê musteşarên Pakistanê di nav hefteyekî de terka Hindistanê bikin, dayîna vîzeyê ya hemwelatiyên Pakistanê qedexe kiribû û vîzeyên ku berê dabûn hemwelatiyên Pakistanê betal kiribû.
Pakistanê tewanên Hindistanê red kiribû, sînor danîbû ser jimara dîplomatên Hindistanê yên li Pakistanê û li ser peymanê ragihandibû ku kî mudaxeleyê avên navborî ya di peymanê de bike, wê sedema şer qebûl bike.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.




