Agir bi bagaca balafirê ket û balafir bilez xwe danî balafirgehê

PeyamaKurd – Di balafira rêyên hewayî ya Çînê de (Air China) ku sefera Hangzhou û Seulê dikir, di çenteyekî destî de ku xistibû bagaca ser rêwiyan, ji nîşka de dûman derket û rêwî ketin nava metirsiyê.
Di demekî kurt de, vê carê agir bi bagacê ket û hat ragihandin ku di çentê rêwî de pîla lityumê hebûye û bixwe agir pêketiye. Tîma kabîna balafirê yekser mudaxeleyê agir kiriye û nehiştiye zêde bibe, agir vemirandiye.
Pîlot an ku ajotvanê balafirê rewşa lezgîn ragihand û berê balafirê da balafirgeha Şanghay Pudongê. Piştî balafir xwe danî balafirgehê, rêwiyan ji balafirê derxistin û ti zerarekî negiha can û malê rêwiyan.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




